2006-07-17

„Gaveke girîng ji standartkirina alfabeya kurdî“

Gotareke balkêş li ser wergerandina erebî li latînî. Zekî Ozmen dibêje:
Bi rê ya înternetê gaveke mezin ji bo standartkirina alfabeya kurdî hate avêtin. Êdî bi rêya bernameyeke taybet ya ji hêla Erdal Ronahî ve hatiye amadekirin, nivîsên kurdî yên alfabeya erebî ji bo alfabeya kurdî ya latînî tê wergerandin. Bernameya bi navê „Veguherandina nivîsên kurdî-erebî , kurdî-latînî“ hem nivîsên mirov binivîse vediguherîne hem jî dikare malperan bi giştî ji alfabeya erebî vebiguherîne alfabeya latînî.