2005-09-08

Niha bi rastî: Linux a kurdî tê

Me gelek car bihîst, lê niha bi rastî tê. Di guhertoya 5.10 (2005 meha 10) ya Ubuntu Linux de paketeke kurdî dê hebe. Guhertoya beta ya çaremîn amade ye, lê firsenda min tunebû ez daxim û saz bikim.

Ubuntu Linux 5.10 bi navê kodê "Breezy Badger" dê di meha 10'an de derbikeve.

Niha çend sed parçeyên Ubuntu Linux hatin wergerandin, ez hêvîdar im hûn alîkarî bikin.