2006-07-17

„Gaveke girîng ji standartkirina alfabeya kurdî“

Gotareke balkêş li ser wergerandina erebî li latînî. Zekî Ozmen dibêje:
Bi rê ya înternetê gaveke mezin ji bo standartkirina alfabeya kurdî hate avêtin. Êdî bi rêya bernameyeke taybet ya ji hêla Erdal Ronahî ve hatiye amadekirin, nivîsên kurdî yên alfabeya erebî ji bo alfabeya kurdî ya latînî tê wergerandin. Bernameya bi navê „Veguherandina nivîsên kurdî-erebî , kurdî-latînî“ hem nivîsên mirov binivîse vediguherîne hem jî dikare malperan bi giştî ji alfabeya erebî vebiguherîne alfabeya latînî.

2005-11-04

Pirtûka fêrbûna kurdî a nû

Evdila Dirêj (Abdullah Uzun) pirtûkeke nû ji bo hînbuna kurdî nivîsand. Li gora hevalên min gelek baş e. Pîroz be.

2005-11-02

Firefox a kurdî

Pîroz be! Niha Ceng û Amed firefox diwergerînin. Encamên ewl di ferheng.org de tên dîtin.

2005-10-04

Malpera linux-ku

Linux-ku.com nema, lê di Ferheng.org de Linux-ku hat. Tê de agahî der barê Ubuntu û Mandriva bi kurdî heye.

2005-09-08

Niha bi rastî: Linux a kurdî tê

Me gelek car bihîst, lê niha bi rastî tê. Di guhertoya 5.10 (2005 meha 10) ya Ubuntu Linux de paketeke kurdî dê hebe. Guhertoya beta ya çaremîn amade ye, lê firsenda min tunebû ez daxim û saz bikim.

Ubuntu Linux 5.10 bi navê kodê "Breezy Badger" dê di meha 10'an de derbikeve.

Niha çend sed parçeyên Ubuntu Linux hatin wergerandin, ez hêvîdar im hûn alîkarî bikin.

2005-06-13

Soranî-Swêdî di ferheng.org de

Wekî ferhengeke nû ferhenga "soranî-swêdî" ket malpera ferheng.org. Pîroz be!

2005-03-27

Ferheng.org - Mala Ferhengên Kurdî

Malpera Ferheng.org - Mala Ferhengên Kurdî gelek ferhengan pêşkêş dike.